Ferhat Tunç ji Freemuse'ê xelat girt

Foruma Sansun û Muzîkê ya Navneteweyî Freemuse ku di warê azadiya ramanê di dixebite, li hemberî sansurê kar dike, pênasa "Qasidiya Freemuse" da hunermend Ferhat Tunç.  Freemuse (Azadiya Vegotinî ya bi Muzîkê) ku navenda wê li Danîmarkayê ye pênasa "Qasidiya Freemuse" pêşniyarê 7 kesên din jî kir. Di nav van de digel Ferhant Turç, Clotaire K., Gianna Nannini, Mahsa Vahdat, Roger Lucey, Salman Ahmad, Marcel Khalife, Stephen Smith-Said jî hene. Tunç ev pêşniyaza Freemuse bi dilşadî qebûl kir û got; "Di vê serdemê de hê jî sansur, çewsandin û astengiyên li ser azadiya ramanê nayê qebûlkirin." Freemuse di saya 1998'an de li paytexta Danîmarka li Kopenhangê hate avakirin û 1'emîn Konferansa Sansur û Muzîka ya Cîhanê li dar xist. Freemuse ku rêxistina xwe li mînaka PEN'a Navneteweyî nêriye û çêkiriye par li Stenbola Tirkiyeyê jî konferanseke li dar xist. Çavkanî:Dîyarname

0 Yorum: